Li Başûr û Bakurê Kurdistanê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li herêmên cuda yên Başûr û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

24'ê Tebaxê saet 12'an li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê hêzên me li yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîd Mûnzûr xistin. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

25'ê Tebaxê saet 14:30'î hêzên me li herêma Bradostê ya Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî yekîneyeke dijmin a berê xwe li neqeba Alî Dirêj bû, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin birîndar bûn.

LI ŞEMZÎNANÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Hêzên me yên YJA Starê heman rojê saet 18'an li dijî leşkerên li ser girê Leylek ê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derb li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin.

ÇALAKIYA LI ŞIRNEXÊ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, roja 24'ê Tebaxê saet 17:20'î li herêma Kato Marîno a navçeya Elkî ya Şirnexê li artêşa TC a dagirker a li qada Deriyê Berana xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

LI AMEDÊ ÇALAKÎ

25'ê Tebaxê saet 8'an li herêma navbera gundên Hedîk û Seyrekê yên navçeya Licê ya Amedê, hêzên me li dijî xeta elektrîkê çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de xisareke mezin li xetê bû.

BOMBERDÛMANA LI WANÊ

Artêşa TC a dagirker 21'ê Tebaxê saet 22:20'î bombe li derdora gundê Lisekê yê navçeya Elbakê ya Wanê barand. Hêzên dagirker piştî bomberdûmanê li herêmê dest bi operasyonê kirin. Di bomberdûmanê de windahî ji me çênebûn. Kesê bi navê Andok (Naîm Turkoz) teslîmî hêzên dijmin bû."