Li Başûr, Rojhilat û Iraqê erd hejiya
Li Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Iraqê, bi dijwariya 5.6 pileyî erd hejiya.
Li Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Iraqê, bi dijwariya 5.6 pileyî erd hejiya.
Li gorî daxuyaniya Saziya Meteorolojî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê, îro saet 10'an bi dijwariya 5.6 pileyî erdhej pêk hat.
Gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi vê erdhejê hesiyan. Ji ber erdhejê welatî ketin nava panîkê.
Li gorî agahiyan ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye, lê xisara madî rû daye.
Erd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî hejiya, lê li ser encamên li vê derê agahiyek bi dest neket.