Li Barzanê li leşkerên Tirk hate xistin: 6 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Star li dijî leşkerên Tirk ên li Barzanê çalakî kirin. Di çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatine kuştin. Artêşa Tirk a ji gerîla derbên giran dixwin, êrîşên xwe yên li ser sivîlan didomîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de HPG’ê ev agahî parve kir:

LI BARZANÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Artêşa Tirk ev demeke li devera nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzan ê Başûrê Kurdistanê bicih bûne. Hêzên me leşkerên li vî girî xistine kontrola xwe. Hêzên me 14’ê Gulanê ku demeke dirêj ev hêzên dijmin ên xistibûn bin kontrolê saet 08:40’î di çarçoveya Pêgava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastinê Medyayê dom dike de çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiya bi awayê serdegirtinê de, ji du baskan ve pêk hat. Ji nêz ve li dijmin hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hevrêyên me çûn ser cenazeyên dijmin û çekek ferdî ya MPT-76 jî rakiriye.

Artêşa Tirk a piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê û helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin, bi helîkopter, obus û topan dever bi dijwarî topbaran kiriye. Dîsa heman rojê hêzên me li dijî leşkerên bi helîkopterên Skorsky leşker didanîn herêmê çalakiyeke ya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa Tirk a piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin, neçar maye ku hemû leşkerên xwe veguhezandin baregehên leşkerî yên li Tepê Xwedê. Ti ziyan negihiştiye yekîneyên me yên ku çalakî pêk anîn.

DEVERA ÇOMÇO HATE BOMBKIRIN

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 15’ê Gulanê saet 17:10’ê devera Çemço ya girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştine hêzên me.

ARTÊŞA TIRK SIVÎLAN DIKE HEDEF

Balafirên şer ên artêşa TC’ê saetên şevê yên 14’ê Gulanê de êrîşek li dijî welatiyê sivîl ê bi navê Kazim Elî ê li devera Botê ya girêdayî Barzan a Başûrê Kurdistanê ku li nav zeviya xwe kar dikir pêk aniye. Di êrîşê de welatiyê sivîl hatiye qetilkirin.

Artêşa Tirk a dagirker bê ku cudahî bixe nava sivîl-gerîla êrîşên xwe yên li ser gelê Kurdistanê didomîne. Artêşa TC a bi zanabûn welatiyên me yên sivîl dikin hedef û qetil dikin, bi êrîşên wiha koordîneyî bi dehan welatiyên me şehîd bûne. Ev êrîşên li dijî welatiyên me ji bo debara xwe bikin, diçin nava baxçeyên xwe, lawirên xwe diçêrînin, ji bo debara xwe ya rojan e gelek karên din dikin, dijminahiya li dijî Kurdan bi vekirî radixe ber çavan. Ev dewleta faşîst a rêz nade ti nirxên Kurdan, bi van êrîşan dixwazin gelê me yên Başûr bitirsînin. Gelê me yê Kurd û welatparêz bi sekna xwe li dijî van êrîşan li her derê li dijî hemû hêzan bersiva pêwîst dide, hê zêdetir li hember êrîşan yekîtiya xwe xurt dike.

Em Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê, ti êrîşeke ya dewleta TC’ê ya li ser welatiyên me yên sivîl bê encam nahêlin, didin diyarkirin ku em ê hesabê welatiyên xwe yên şehîd ketine bixwazin. Li ser vî bingehî Xudê rehma xwe li welatiyê me Kazim Elî yê di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûye dixwazin û sersaxiyê ji malbat û gelê me yê Başûrê Kurdistanê re dixwazin.”