Li Bane û Pîranşarê mayîn teqiya: 2 kolber birîndar bûn

Li Bane û Pîranşar ji ber teqîna du mayînên cuda 2 kolber birîndar bûn.

Li gorî  Navenda Demokrasî û Mafê Mirovanan, roja Yekşemê li gundê Biyandere yê Banê mayîn teqiya û di encamê de Sine Yadgar ê 30 salî birîndar bû. Hate diyarkirin ku di teqînê de lingekî yê Yadgar jêbûye.

Roja Duşemê jî li gundê Kûl Away yê Pîranşarê jî teqînek çêbû û kolberê bi navê Rehman Resûllî birîndar bû. Resûlî rakirin nexweşxaneaya Ûrmiye û tê dermankirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê her sal bi hezaran mirov bazirganiya li ser sînor dikin, rejîma Îranê jî înfazên bêdaraz pêk tîne. Li welat faîlên înfazan nayên darizandin. Li dijî vê mirovên ku ji bo dahata xwe neçarin bazirganiya li ser sînor dikin bi rêk û pêk rastî zext û êşkenceyan tên.

Herî dawî li dijî qedexeya bazirganiya li ser sînor li tevayî Rojhilatê Kurdistanê grev û boykota karker, karmendan dest pê kir. Di serê meha Nîsanê de li Ciwanro û Banê serhildan destpêkir û belavî bajarên Mêrîwan, Seqîz, Serdest û Pîranşar bû. Boykot û greva karker û karmendan mehekê dom kir.