Li Bane qezaya trafîkê: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li ser rêya Bane-Kîle ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber qezayeke trafîkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Bane-Kîle ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber qezayeke trafîkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, qeza doh bi şev saet di 22:00 de qewimî.
Hate ragihandin ku doh 2 wesayit li ser rêya Bane-Kîleyê li hev qelibîn.
Ji ber qezayê 2 kesên bi navê Saman Mehmûdî (Soyrû) û Cemal Mehmûdî (Koxe Mamo) jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûne.
Hatiye gotin ku kesên di wesayîtê de kolber bûne.
3 kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Bane.