Li Bakurê Kurdistanê berf bariya

Li Bakurê Kurdistanê li navserên bilind ên çiyayê Agiriyê berf bariya.

Li çiyayê Agirî ku bi 5 hezar 137 mîtroyî bilind e, piştî 4 hezar mîtro bilindahiyê şûnde berf bariya û ji berfê spî bû. 

Li Girê Ejder ê ku weke lûtkeya çiyayê Palandokenê yê Erziromê tê zanîn û rêya navçeya Tatosê jî berf bariya, her der ji berfê spî bû. Her wiha li Çayanyûrdû a navçeya Xoresanê, şivanên ku dixwestin keriyê pezê xwe bibin gundê Kadicelal, ji ber berf û bahozê nekarî bibin. Ji ber barîna berfê û bahozê asê man. 

Metorolojiyê ragihand ku herî kêm li 6 bajarên Kurdistanê wê baran bibare. Li gorî meteorolojiyê li bajarên Erzirom, Erzingan, Qers, Erdexan, Îdîr û Agiriyê wê baran bibare.

Rayedarên metorolojiyê ragihandin ku li tevahiya Bakurê Kurdistanê piştî danê êvarê wê ji bo demekê bahoz rabe.