Li bajarokê Mehmûdliyê şerekî dijwar diqewime
Li bajarokê Mehmûdliyê, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de heta niha gelek çete hatine kuştin.
Li bajarokê Mehmûdliyê, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de heta niha gelek çete hatine kuştin.
Di navbera şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ'ê de ji duh danê sibehê û vir ve li pêşiya bajarokê Mehmûdlî û derdora wê şerekî dijwar diqewime.
Di vî şerê de bi dehan çete ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ve hatin kuştin. Şervanan wesayîteke bombebarkirî, wesayîteke doçka li ser û panzerek rûxandin.
Çeteyên DAŞ'ê duh êrîşî gundên Caber a Rojhilat û Caber a Rojava kiribin û ji ber vê êrîşê şer qewimî.
Li gundê Caber a Rojhilat, di şer de zêdeyî 20 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, şerê li herêmê dewam dike.