Li bajarên Kurdan cejna zimanê Kurdî hate pîrozkirin, zext hatin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyan hate pîrozkirin. Di çalakiyan de zextên li ser Kurdî hatin protestokirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên bajar û navçeyên Amedê yên HDP’ê û DBP’ê, endamên MEBYA-DER’ê, endama MYK’ê ya Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok û aktîvîstên TJA’yê beşdar bûn. Bi zaravayê Kurmancî Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Hatûn Yildiz, bi zaravayê kirmanckî Hevseroka HDP’ê ya navçeya Peyasê Besîle Narîn daxuyanî xwendin. Di çalakiyê de pankarta "Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be" vekirin.

Yildiz, diyar kir ku zimanên heyî û yên li ber tunebûyînê ve diçin herdem bûne mijara sereke ya neteweyan û wiha got: “Her ziman di dîroka mirovahiyê de cihekî taybet digire û ev mafekî rewaye ku bê jiyandin û bê parastin. Lê mixabin gelek caran hîn alî li ber vî mafê xwezayî dibin asteng û nahêlin ku ev zimanên heyî bên axaftin. Lê çi dibe bila bibe hewceye her netew li nasname,çand û zimanê xwe an ku li hebûna xwe xwedî derkeve. Ji ber wê yekê em Cejna Zimanê Kurdî bi dil û can li hemû gelê Kurd pîroz dikin û dibêjin, her dar li ser koka xwe, her netew li ser çanda xwe mezin dibe.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Ziman Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

EGTÎM SEN

Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî Tenduristiyê (SES), li dijî Giştînameya Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ku di 7'e Gulanê de weşand û xwest vîrûsa corona wekî qezaya kar û nexweşiya pîşeyî neyê hesibandin, li pêş Avahiya Navenda sendîkaya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta "Kovid-19 Qezaya kar û Nexweşiya Pîşeyî ye" vekirin û daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, Sekretera Giştî Pinar Îçel, Endamên MYK'ê Fikret Çalan û Alî Onal ji amade bûn. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku ew dixwazin Covid-19 wekî qezaya kar û nexweşiya pîşeyî derbasî qeydan bibe û wiha got: "Em dixwazin li gorî Covît 19 wekî qezaya kar û nexweşiya pîşeyî derbasî fermiyetê bibe û li gorî wê heq û hiqûq bê dayîn. Ji bo ev yek derbasî qeydan bibe em di nava hewldanek zêde de ne. Her nexweşxaneyek û her cihe kar bû navnîşana vê têkoşînê. Ji bo em li dijî vê yekê dernekevin û serlêdanan nekin wekî sendîka li cihê kar rastî gelek astengiyan hatin. Kesên qeydên vîrûsê dikin rastî gefan û astengiyan hatin. Li gelek astengiyan dîsa me gelek serlêdana qeydan kir. Nûnerên me rapor amade kirin. Me anket çêkir. "

Erden, anî ziman ku SGK'ê di 7'ê Gulana 2020'an de bi Hêjmara 2020/12'an Giştinameyek weşand û fermana "Bila Kovid-19 qezaya kar û nexweşiya pîşeyi derbas nebe" da û wiha axivî: "Beriya ev giştîname bê belav kirin, rêveberên nexweşxaneyan ji xizmetkarên tenduristiyê dixwestin ku daneyan derbasî qeydan nekin û asteng dikirin. Ev giştîname di heman demê de êrîşa li dijî mafe me ye. Dixwazin vê êrîşê bi rêbazên hiqûqî pêk bînin.

Ev desthilatdarbû sedema ku bi 10 hezaran xizmetkarên tenduristiyê bi weşbê bikevin û bi sedan xizmetkar bi şewbê bimirin. Naxwazin vê yekê têxin bin qeydan. Ji ber ku hemû çavkanî ji bo sermayedaran tê xerçkirin. Ji ber vê yekê desthilatdarnaxwaze vê yekê wekî qezaya kar û nexweşiya pîşeyî derbasî qeydan bike. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê li dijî Giştînameya SGK'ê ya ku ji bo vîrûsa corona qezaya kar neyê hesibandin, doza betalkirinê vekin."

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîr û navenda Şirnexê li pêşiya avahiya HDP’ê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî pankartek hate hildan.

Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanê Kurdî (DÎSADER) a Wanê, Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egtîm Sen), Navenda Çand û Huner a Aryen bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Ziman Kurd daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser zext û polîtîkayên asîmlasyonê yên li ser Kurdî. Hate diyarkirin ku ji bo Kurdî ji qirkirin û asîmlasyonê rizgar bibe, bi têkoşîneke civakî ya mimkun e.