Li bajarên Ewropayê çalakiyên bibîranînê

Li bajarên Ewropayê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de soza geşkirina rêya şehîdan hate dayîn.

Li Komeleya Gîk-Derê ya li Stûttgartê ya li Elmanyayê ji bo Huseyîn Akçîçek (Alîşêr Denîz) ê ku fermandarekî Yekîneyên Bejahiyê yê Kurdistanê yê MLKP/FESK'ê bû û ji bo gerîlayê HPG'ê Ogûz Aksû çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.

Nûnerê MLKP'ê got ku, "Hevrê Alîşêr Denîz, ji fabrîqe, binçavkirin, girtîgeh, çiyayên Kurdistanê û Rojava derbas bû û şoreşgeriya xwe fenanî alaya nemiriyê dewr kir. Deynê me ye ku em wê alayê bilindtir bikin û şerê şoreşgerî yê li dijî faşîzmê geştir bikin."

Nûnerên TKP/ML, MKP, TKEP-Lenînîst, MLPD, DÎDF, HDK, AGÎF, SKB, Partîzan û Halkin Gunlugu beşdarî çalakiya bibîranînê bûn.

HÎLDESHEÎM

Şîna şervanê YPG'ê Hisen Nebî (Hecî Çavreş) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû ya li bajarê Hîldesheîmê ya li Elmanyayê bi dawî bû.

Li ser navê NAV-DEM'ê Letîf Karakaş, li ser navê KOMAW'ê Bavê Husen û li ser navê PYD'ê jî Xelîl Dêrik axivîn.

Karakaş got, "Em şehîdan didin lê em dizanin ku bi saya serê vê ked û têkoşînê azadî gelekî nêz e."

Husen jî got, "Em Apoyî li ku derê bin, em ji bo berjewendiya Kurdan şer dikin" û banga yekîtiya neteweyî kir.

Dêrik jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û berxwedana zindana Amedê û banga xwedîlêderketina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

DORTMÛND

Li Elmanyayê li bajarê Dortmûndê jî bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad Kenan Kanû yê ku li Reqayê jiyana xwe ji dest dabû û endamên tevgera ciwanên Mexmûrê Alî Çîçek (Xelîl Alyan) û Hesen Şirnex (Huseyîn Kûlûman) ên ku li Mexmûrê di êrîşeke kontrayî de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.

Andok Baz ê ku Alî Çîçek ji nêz ve nas dikir diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdan têkoşînê geştir bikin û got, "Pergala kapîtalîst xwe wekî şerbeteke şîrîn pêşkêşî me bike jî, divê mirov wê şerbetê verişe."

Birayê Kenan Kanû û xizmên Alî Çîçek jî gotin "Bila serê gelê Kurd sax be."

Ji xeynî vê jî, ciwanên Kurd ji bajarên cihê yên Ewropayê ji bo meşa li Dortmûndê hatin ba hev. Meşa dirêj a 5 rojan wê ji NCDK'a Dortmûndê were destpêkirin.

LOZAN

Li Swîsreyê li Lozanê ji bo fermandarê MLKP/FESK'ê Huseyîn Akçîçek (Alîşêr Denîz) û gerîllayê HPG'ê Ogûz Aksû bibîranîn hate lidarxistin.

Di bibîranînê de li ser navê MLKP û Komîteya Şehîdan a NCDK'ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de qala girîngiya têkoşîna hevpar hate kirin.

TOÛLOÛSE

Ji bo şervanê YPG'ê Mehmet Acar (Rojhat Amara) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû li Fransayê li bajarê Toûloûseyê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Di axaftinan de xaltiya wî Naîme Kiliç axivî û got, "Rojhat kesekî bi biryar bû. Dema ku bavê wî di girtîgehê de çû Kobanê û tevlî Şoreşa Rojava bû."

Bavê wî jî peyamek şand bibîranînê û got, "Erdnîgariya me hatiye tarûmarkirin. Dîroka me hatiye talankirin. Rojhat jî di sala 1995'an de ji dayîk bû û bi çand û exlaqê partiyê mezin bû."

Di axaftina li ser navê KCDK-E'yê de jî hat gotin ku, "Heke îro şoreşgerên enternasyonal ji Amerîka û Îngîltereyê tên beşdarî operasyona Reqayê dibin û ev bi saya têkoşîna ciwanên wekî Rojhat e. Divê em jî xwedî li vê têkoşînê derkevin."