Li bajarên Bakurê Kurdistanê tirs û fikara ji ber vîrûsa Korona

Li Agirî û Wanê ji ber vîrûsa korona nexweşxaneyên demkî hatin avakirin. Ev yek jî bû sedema panîkê. Li bajarên Bakurê Kurdistanê mirovê êdî maskeyan datînin ber devê xwe.

Li bajarên Wan, Agirî, Colemêrg û Îdirê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ne, tirs û fikara ji ber vîrûsa Korona zêde dibe. Li Wan û Agiriyê nexweşxaneyên demkî hatin avakirin. Şêniyên Colemêrg, Wan, Agirî û Îdirê ji bo maskeyan werbigirin berê xwe dan dermanfiroşan. Ji ber daxwaza zêde li dermanfiroşan jî maske nemane. Maske wekî din bi buhayekî gelekî zêde tên firotin.

Piştî ku hejmara mirovên li Îranê ji ber vîrûsa Korona gihîşt 30 kesî, deriyên sînor ên li Wan, Agirî, Colemêrg û Îdirê hatin girtin. Bi dehan kesên ji Rojhilatê Kurdistanê/Îranê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn bi gumana vîrûsa Koronayê ketin karantînayê. Piraniya wan jî ji nexweşxaneyê derketin.

NEXWEŞXANEYÊN DEMKÎ HATIN AVAKIRIN

Di navbera Deriyê Gumrukê yê Kapikoy ê Wanê û Deriyê Sînor ê Gurbûlak ê Agiriyê, ji ber vîrûsa Korona nexweşxaneyên demkî hatin avakirin. Nexweşxane ji aliyê kesên bi maske ve hatin avakirin. Li van nexweşxaneyan wê kesên ku gumana vîrûsa Korona jê tê kirin bên bicihkirin. Di vê navberê de 30 kesên ku hewl dan ji deriyê sînor ê Bajêrgehê ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Colemêrgê bibin li deriyê sînor tên rawestandin. Destûr nayê dayin ku 30 kes derbasî Colemêrgê bibin.

BI TIRS Û FIKARAN BERÊ XWE DAN MASKEYAN

Avakirina nexweşxaneyên demkî li Wan û Agiriyê di nava gel de bû sedema panîka mezin. Ji ber vê yekê jî gel berê xwe da dermanfiroşan û dest bi kirîna maskeyan kir. Yên ku vê rewşê ji bo xwe weke firsendê dibînin jî buhayê maskeyan zêde kirin. Maskeyên ku berê li dermanfiroşan bi 3 lîreyî dihatin firotin niha bi 15 lîreyî tên firotin. Tê gotin ku li Wan û navçeyên wê li dermanfiroşan maske nemane.

TEDBÎRÊ TÊRKER NAYÊN WERGIRTIN

Şêniyên herêmê dibêjin ku li nexweşxaneyan bi têrkerî doktor û amûrên tenduristiyê nînin û destnîşan dikin ku avakirina nexweşxaneyên demkî jî nîşan didin ku rewş çiqasî metirsîdar e. Tê gotin, tevî ku deriyên sînor girtîne jî her roj gelek Îranî tên Wanê.