Li Bagokê dorpêçî û liv û tevgera leşkerî!

Leşkerên Tirk danê sibehê dor li gundê Marine yê li quntarê çiyayê Bagokê yê Nisêbînê girtin.

Hate ragihandin, artêşa Tirk ji serê sibehê ve leşkeran û wesayitên zirxî dişîne gundê Marine yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.

Li gorî agahiyên ji gundiyan hatin girtin, gundê li quntara çiyayê Bagokê ji aliyê 18 wesayitên leşkerî û polîsan ve hatiye girtin ku 2 ji wan zirxî ne, yên din jî yên sivîl ên bi tîpa ranger e.

Gundiyan ku ji ber sedemên ewlekariyê navên xwe eşkere nekirin, leşker amadekariya operasyonê dikin.

Li herêmê şer neqewimiye, lê belê dorpêçiya leşkerî dewam dike.