Li Avaşînê di navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran heye

Li qada Girê Qertelê ya herêma Avaşînê di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk a dagirker de ku operasyon daye destpêkirin, şerekî giran didome.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''22'ê Cotmehê serê sibehê li qada Girê Qertel a herêma Avaşînê artêşa Tirk a ku operasyon dayî destpêkirin ketiye ber hedefa hêzên me. Li vê qadê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerê giran didome. Agahiyên berfireh piştre wê werin parvekirin.

Ji 19'ê Cotmehê saet 18:00'an heta 21'ê Cotmehê qadên Stûnê û Qertel ên herêma Avaşînê bi obûsan hatiye bombekirin. 20'ê Cotmehê saet 18:00'an artêşa Tirk a dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan bombe kiriye.

20'ê Cotmehê saet 20:10'an Girê Berbizinan a Goşînê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

21'ê Cotmehê saet di navbera 18:20-21:00'an de qadên Werxelê, Girê Qertel û Girê Lanet ê herêma Avaşînê bi balafirên şer, obus û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin.

21'ê Cotmehê saet 22:50'î qada Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

20 û 21'ê Cotmehê êvarkî Girê Şehîd Fedakar  a bi ser qada Sîda ya herêma Zapê ve û qadên Çemço bi obûs û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin. Heman saetê tevgera helîkoptêran jî çêbûye.

22'ê Cotmehê saet 09:30'an qada Girê Lanet a herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.''