Li Avaşînê di êrîşên hewayî de du gerîla şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine û di van êrîşan de du gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got ku “Di 5’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li ser qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî kiribû. Di van êrîşên hewayî de rêhevalên me Ronahî Gabar û Ronahî Mûnzûr şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me wisa ye:

Nasnav: Ronahî Gabar

Nav û Paşnav: Ayten Îlhan

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dayik û bav: Şerîfe - Ahmet

Cih û dîroka şehadetê: 5’ê Gulana 2019’an / Avaşîn

***

Nasnav: Ronahî Mûnzûr

Nav û paşnav: Ceylan Gungor

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Navê dayik û bav: Zehra - Reîs

Cih û dîroka şehadetê: 5’ê Gulana 2019’an / Avaşîn

Hevrêya me Ronahî Gabar a li gundê Gumuşyazi yê Gabarê yê xwedî dîrokeke tijî lehengî ye hatî dinê, bûye xwedî xislet û kesayetiya welatparêz, têkoşîner û xwerû ya Botanê. Hê di temenê xwe yê zaroktiyê de rastiya dijmin nas kiriye pêwendiya wê ya têkoşînê zêde bûye. Li dijî zext û pêkûtiyên li ser gelê Kurd û Rêberê xwe bêdeng nemaye û tevlî nav refên têkoşînê bûye.

Hevrê Ronahî Gabar, ji roja destpêkê ya tevlî refên têkoşînê bûyî û pêde bûye xwedî hewldana ku di xeta jina azad de kûr bibe û bibe şervaneke bi hêz a têkoşînê. Hevrê Ronahî, piştî ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûyî jî têkoşîna azadiyê bi hest û hewldana xwe yên herî kûr domandiye.

Hevrêya me Ronahî Mûnzûr, li navçeya Tatos a Erziromê hatiye dinyayê. Hevrê Ronahî Mûnzûr, hê di temenê xwe yê ciwan de Tevgera Azadiyê nas kiriye û li dijî polîtîkayên dijmin ên qirkirin û bişavtinê yên li ser gelê me, berê xwe daye çiyayên azad û tevlî nav refên têkoşînê bûye.

Ligel temenê xwe yê ciwan, hevrê Ronahî berpirsyariyên mezin girtine ser milê xwe û her tim bûye şervaneke bi hêz. Hevrê Ronahî, di kûrbûna xeta azadiya jinê ya Rêber APO de ji xwe re weke rêgezekê esas girtiye, bi sekn û tevlîbûna xwe ya dilnizm û ji dil bûye çavkaniya hêz û moral a hevrêyên xwe.”