Li Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Avaşînê bi çekên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

8'ê Cotmehê saet di 08:30'î de li qada Mervanosê, saet di 09:15'an de jî li qada Girê Şehîd Serxwebûn, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di van herdu çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hate xistin.

7'ê Cotmehê saet di navbera 19:40-00:20'î de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Werxelê, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman helîkopter tevgeriyan. Heman demê Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Întîkam û Geliyê Basya bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

7'ê Cotmehê saet di navbera 22:50-23:15'an de qada berxwedanê ya Werxelê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

7'ê Cotmehê saet di navbera 19:00-22:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman demê derdora gundên Dêşîşê, Serarû û Kêsteyê, her wiha qada Koordîneyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

8'ê Cotmehê saet di 06:30'î de li herêma Zapê qada Karker bi balafirên şer hate bombekirin."