Li Avaşîn û Ebexê gerîlayan çalakî li dar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Avaşîn û Ebexê li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û li Ebexê 2 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Avaşîn û Ebexê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 26’ê Cotmehê saet di 16.00’an de li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker a li Tepê Xwedê ya qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me li çeper û stargehên dijmin dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger a ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me di 27’ê Cotmehê saet di 16.40’an de kulubeyeke nobetê ya qereqola Sarixsû ya Ebexa Wanê dane. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

Di 27’ê Cotmehê de balefirên şer saet di 09.30’an de qada Kanîsarkê ya Zapê û saet di 11.00’an de jî Girê Karox a Qendîlê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”