Li Amedê yek jê endamê meclîsa HDP’ê 13 kes hatin girtin

Li Amedê endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Mesût Bagcik jî di nav de 13 kesên 13’ê Kanûnê de li Amedê hatibûn destgîrkirin hatin girtin.

Di serdegirtinên 8’ê Kanûnê yên li ser 8 taxên navçeyên Peyîzava, Rezan û Çinarê yên Amedê 24 kes hatibûn destgîrkirin. Ji van 21 bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ hatibûn girtin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de piştî 13 rojan endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Mesût Bagcik jî di nav de 20 kes hatibûn destgîrkirin.

Ji 20 kesên ku 11 roj bûn li Emniyeta Midûryetê dihatin ragirtin 17 kes jî sûcên ‘alîkarîkirina rêxistineke bi çek’ û ‘li ser navê rêxistineke bi çek çalakî û xebat kirin’ sewqî dadgehê hatin kirin. Bagcik û 12 kes bi sûcê ‘endamtiya rêxistineke bi çek’ hatin girtin, 3 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Endamên ciwanan a HDP’ê Mesût Agirtaş û Yilmaz Ûzûn ên 19’ê Çileyê hatibû destgîrkirin, dema destgîrkirina wan 4 roj din jî dirêj kirin. Ji ber ku biryara veşariyê li ser dosyaya ciwanên HDP’î heye, sûcên li ser wan tên sepandin nayê zanîn.