Li Amedê wê Komxebata Yekîtiya Neteweyî were lidarxistin

Xebata Tifaqa Kurdistanî wê li Amedê Komxebata Yekîtiya Neteweyî li dar bixe. Wê komxebat 2 rojan bidome.

Li Amedê ji aliyê 9 partiyên Kurdan Xebata Tifaqa Kurdistanî hatibû avakirin. Wê Xebata Tifaqa Kurdistanî, Komxebata Yekîtiya Neteweyî li dar bixe. Komxebat wê di 18-19’ê Çileyê de li Amedê were lidarxistin.

Di komxebatê de wê mijarên wekî ‘Meclîsa neteweyî, yan kongre? Yan jî eniya demokratîk’ were nîqaşkirin. Wê li modelên TEVKURD, KCD, tecrubeya Başûrê Kurdistanê ,TEVDEM, ENKS û modelên yekîtiya neteweyî ya li cîhanê were nihêrîn û li ser astengiyên yekîtiya neteweyî û çareseriyên wê nîqaş werin kirin.

PARTIYÊN DI TIFAQÊ DE

Azadî, DBP, DDKD, HDP, PÎA, KKP, Platforma Demokrata Kurdistan, PDK-T û Partiya Azadî di nav tifaqê de cih digirin.