Li Amedê tevî dorpêça polîsan tecrîd hate protestokirin

Li Amedê Meclîsa Ciwanên HDP’î ku dixwest li Parka Koşûyolû li dijî tecrîdê çalakiyê bike, ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Çalakvanan bi dirûşmeyan polîs protesto kirin.

Ciwanên HDP’î têkildarê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê rêvebirin, kom bûn û daxuyaniyek dan.

Lê belê beriya daxuyaniyê Parka Koşûyolû ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Li hawîrdora parkê gelek wesayîtên zirxî û TOMA hatin bicihkirin.

Çalakvanên ku derbasî parkê bûn ji aliyê polîsan ve bi rengê kom û bi mertalan ve hatin dorpêçkirin.

Wekîla HDP’î ya Amedê Semra Guzel ji bo rakirina astengiyê bi şefê polîsan re hevdîtin kir, lê polîs da zanîn ku ew ê destûr nedin çalakî pêk were.

Piştî gotûbêjên demdirêj, Dayikên Laçiksipî ku di nava çalakvanên ji aliyê polîsan ve hatibûn dorpêçkirin de bûn stranên Kurdî gotin.

Komên din ên di nava dorpêçê de jî bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.

Dema ku ji gotûbêjê bi polîsan re encamek derneket, yên li parkê belav bûn. Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi daxuyaniyek nivîskî bibîr xist ku grevên birçîbûnê di roja 69’an de ye û ragihand: "Bedena wan roj bi roj dihele. Têkoşîna girtiyên ku bedena wan roj bi roj dihele, li hemberî zilma faşîstan mîna kelhekî disekîne. Daxwazên wan daxwazê hemûyan e."

Meclîsa Ciwanan nerazîbûn nîşanî siyasetên dijî Kurd ên desthilatê da û tekez kir: "Hebûna Abdulah Ocalan, hêviya tevahî gelên cîhanê ye. Ev hêvî ji rejîma AKP-MHP’ê re veguheriye tirsekê. Dost û dijmin her kes bizane ku em ê wê tirsa desthilatan hîn zêdetir bikin û wan di nava tirsên wan de bifetisînîn."

Meclîsa Ciwanan da zanîn "Berpirsiyartiya şikandina tecrîda Îmraliyê li ser milê me ye” û wiha pêde çû: "Ji ber ku felsefeya Birêz Abdulah Ocalan ji bo ciwanan perspektîfeke nû û îfadeya jiyaneke bi rûmet e. Û avakirina rêya ku diçe vê jiyanê ji azadiya Abdulah Ocalan re derbas dibe. Çiqasê êrîş dikin bila bikin, wê têkoşîna me hîn bilindtir bike. Çawa ku yên li ser şopa berxwedana 14’ê Tîrmehê diçin sala 2019’an karîn tecrîdê rakin, wê dîsa berxwedana wan bi ser bikeve. Bilindkirina têkoşîna grevên birçîbûnê li ser me ferz e. Werin em vê têkoşînê bilind bikin. Çiqasê bêdeng bimînîn ewqasê jî wê têkoşînê paş de bimînîn. Em têkoşîna li hemberî tecrîdê bilind bikin û destana ku ew 69 rojin didome bigihînin serketinê. Serketin a me ye."