Li Amedê terora polîsan a li Dayikên Aştiyê

Polîsên Tirk dora avahiya HDP'ê ya Amedê dorpêç kirine. Sedema vê terora polîsan ew e ku Dayikên Aştiyê wê çalakiya rûniştinê bikin.

Dewleta Tirk ku beriya bi çendekê li ber avahiya HDP'ê çend malbat bi zorê dabûn rûniştandin, ji ber ku Dayikên Aştiyê ragihandin ku ew ê li avahiya HDP'ê çalakiya rûniştinê bikin kete alarmê  û saet 04.00'ê spedeyê ve polîsên Tirk dora avahiya HDP'ê ya Amedê pêçane, nahêlin ku kes biçe avahiya û jê derkeve.

Polîsên Tirk bi dehan wesayitên zirxî dora avahiyê pêçan û nehiştin ku kes nêzî avahiya HDP'ê bibe, ku dayikan saet 07.00'an wê çalakiya rûniştinê bidana destpêkirin.

Hemû kuçeyên ku diçine ser avahiya HDP'ê li çûnûhatina trafîkê û peyayan hate girtin. Nahêlin ku xebatkarên partiyê jî biçin avahiyê.