Li Amedê qirkirina siyasî: Hejmara binçavkiriyan bû 26 kes

Di nav çarçoweya operasyona qirkirina siyasî de, li Amedê hejmara rêveberên KCD, HDK, TJA, HDP yên ku hatin binçavkirin bûne 26.

Operasyona qirkirina siyasî ya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê 14’ê Hezîranê li dijî endam û rêveberên TJA, DTK, DBP, HDP ve HDK’ê dayî destpêkirin didome. Siyasetmedar û aktîvîstên mafê jinan ji ber lêpirsîneke ku 2016’an Serdozgeriya Komarê ya Amedê vekiribû hatine binçavkirin. Dozger ji bo lêpirsîna wan biryara xefkirinê dabû.

Bi şev operasyon hatin kirin û 4 kesên dî jî hatin binçavkirin. Bi vî rengî jî kesên ku hatin binçavkirin bûne 26. Her wiha tê gotin di nav çarçoweya lêpirsînê de li ser gelek kesan biryara binçavkirinê heye û gelek kesên din jî wê werin binçavkirin.

 

Navê 26 kesên hatîn binçavkirin wiha ye; Nalan Göoden, Mehmet Guzel, A. Baran Dag, Sîbel İldan, Ercan Aslan, Yuksel Baran, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Ayşe Gokkan, Şah Can Tunen, Salih Keleş, Selahaddin Kaygusuz, Hatîce Uçar, Kerem Duruk, Necla Nergiz, Sîbel Elvan, Devran Balkaş, Hasan Înatçi, Helbest Îlkan, Cengiz Sokmen, Paşa Şeker, Ebûbekir Budak, Ayşe Yagci, Evren Ortaç, Hanim Ayhan, Gul Kiziltaş.