Li Amedê qedexeya li ser 102 gund û bajarokan didome

Li 102 gund û bajarokên Amedê 'qedexeya derketina derve' bi  aweyekî filî berdewam dike. Li gundan dengê çekan bilind dibe.

Li 102 gund û bajarokê girêdayî navçeyên Amedê Licê, Hênê, Karaz û Pîranê 'qedexeya derketina derve' ya ku di 28'ê Gulanê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatî îlankirin didome. Têkildarî rakirina qedexeye ku Waliyê Amedê ragihandibû lê bi awayekî fîlî li gund û bajarokan qedexe didome. Gelê herêmê ragihandin ku ji seatên sibehê ve li gundan dengê çekan bilind bûye û li bajarok û cihê çiyayî jî top têne avêtin.

Ketin û derketina gundan ji aliyê leşkerên Tirk û cerdevanan ve bi wesayitên zirxî tê girtin û hat hînbûn ku leşkerên hatîn bicih kirin gund ne terikandine.