Li Amedê provoya 24'ê Hezîranê

Li Amedê, HDP her roj bi rengê mîtîngê buroyeke hilbijartinê vedike.

Buroya hilbijartinê ya li Xaçerêya Mahabadê bi beşdariya bi sedna kesî hate vekirin. Bavê Selahattîn Demîrtşa Tahir Demîrtaş, namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz, Selçûk Mizrakli, Abdûrrahîm Dûrmûş, parlamenter Ziya Pîr û Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajêr tevlî merasîmê bûn.

'BILA MEHMET TÛNÇ BIBE BERSIVA ME YA LI SER SINDOQÊ'

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê Remziye Tosûn li merasîmê axivî û bi bîr xist ku desthilatdariya AKP'ê ya 16 salan, bajar, kolan û malên wan xera kiriye. Tosûn got, "Ji wan heye ku Kurd qediya ye. Lê Kurd neqediyane, li vir e. Divê em Sûrê, Nisêbînê û Cizîrê ji bîr nekin û biçin ser sidnoqan. Divê em bersiva xwe bi vî rengî bidin. Bersiva ku em ê 24'ê Hezîranê bidin, wê Ekîn Wan be, Mehmet Tûnç be, Cemîl be, dayikên Taybet û Fatma bin."

'EM Ê KOMKUJIYAN JI BÎR NEKIN'

Parlamenterê HDP'yî Ziya Pîr piştre axivî û got, "Ew her du mohr wê serketina me bin... Sê sal berê, roja 5'ê Hezîranê li meydana Stasyonê me gelek hevalên xwe yên hêja ji dest dan. Piştre li Pirsûsê hevrêyên me kuştin. Dûre komkujiya 10'ê Cotmehê. Li wê derê namzetê me yê parlamenteriyê hevalê me Abdullah kuştin. Em ê van tiş carî ji bîr nekin." Pîr ji dengdêran xwest ku dema çûn ser sindoqan, van bînin bîra xwe.

Piştî axaftina Pîr, Dayikên Aştiyê û bavê Selahattîn Demîrtaş Tahir Demîrtaş buroya hilbijartinê vekirin.

Girseya gel li ber stranên Mesût Gever û Azad Bedran govend gerand.