Li Amedê operasyonên qirkirinê: 5 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin.

Li Amedê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin.

Di serdegirtina malan de endamê Meclîsa partiyê ya HDP'ê Eşref Mamedoglû, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Ramazan Dengîz, endama Komeleya Jinan a Rosa Sûzan Îşbîlen, rêveberê berê yê HDP'ê Hasan Kale û Serokê Şaxê Hejmara 1'ê ya Amedê yê DÎSK Genel-ÎŞ'ê Hasan Hayrî Eroglû hatin destgîrkirin.

Endama Komeleya Jinan a Rosa Gulistan Nazlier jî ku der heqê wê de biryara destgîrkirinê heye, ne li malê bû.

5 kesên li Amedê hatin destgîrkirin birin Şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Tê gotin ku hejmara kesên destgîrkirî dibe ku zêde bibe.