Li Amedê operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Amedê de hejmera kesên hatin destgîrkirin derket 20’an.

Saetên sibehê polîsan li Amedê bi awayekî hevwext havêtibû ser gelek malan. Hat diyarkirin ku di avêtina ser malan de Rêverberê HDP'a Bajêr Îrfan Soner, Hevserokê Rezanê Mehmet Atlihan û Hevserokê Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya, Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Mele Yûsûf Andan, rêveberê DBP'a Rezanê Alî Alkan, rêveberê HDP'a Rezanê Abdûllah Dengîz û endamê meclîsa şaredariyê yê berê Rifat Tûrfan, rêveberê HDP'a Amedê Mele Abdûllah Arkan, Hasan Çîçek, Mehmet Ozçelîk, Fûat Oner, Haci Eroglû, Halîs Tekok û Îlknûr Meygîl hatine destgîrkirin.

Hat diyarkirin ku polîsan avêtiye ser mala rêveberê HDP'a Rezanê Fattûllah Işiktaş jî lê belê ji ber ku Işiktaş ne li malê bûye nehatiye destgîrkirin.

Nehat hînbûn ku kesên hatine destgîrkirin ji ber çi hatine destgîrkirin.

Hat gotin kesên hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.