Li Amedê operasyona qirkirina siyasî: 17 kes hatin destgîrkirin
Li navenda bajêr a Amedê û navçeyên wê di operasyonên qirkirina siyasî de 17 kes hatin destgîrkirin.
Li navenda bajêr a Amedê û navçeyên wê di operasyonên qirkirina siyasî de 17 kes hatin destgîrkirin.
Li navenda bajêr a Amedê û li navçeyên wê Pîran, Licê, Hênê û Karazê yekîneyên taybet ên Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr girtin ser 29 cihan.
Di van serdegirtinan de 17 kes hatin destgîrkirin û ew birin Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr a Amedê.
Walîtiya Amedê diyar kir ku bi hinceta ku ‘alîkarî dane rêxistinê’ 17 kes hatine destgîrkirin.