Li Amedê operasyona qirkirina siyasî

Li Amedê bi operasyona qirkirina siyasî Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bûnyanîm Şeker jÎ di nav de 17 parêzer hatin destgîrkirin.

Bi çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) , polîsan bi ser gelek malên parêzeran de girtin, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Bunyemîn Şeker jî din av de 17 parêzer piştî lêgerînên li malan  hatin hatin destgîrkirn. Polîsan dest danîn ser kompîtir, pirtûk û gelek materyalên dijital ên parêzeran.
 
Navê parêzerên hatin binçavkirin wiha ne: “Parêzerê Bunyemîn Şeker, Abdulkadir Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, İmran Gokdere, Diyar Çetedir, Serdar Ozer, Feride Laçin, Gevriye Atli, Resul Tamur, Cemile Turhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrim Bariş Baran, Neşet Girasun, Sedat Aydin, Şivan Cemil Ozen û Haknaz Sadak.”
 
 Hat diyar kirin ku parêzer birin Midûriyeta  Polîsan a Amedê.