Li Amedê operasyon û şer

Gerîlayên HPG’ê li dijî Qereqola Tepê Hîzanê ya Licêya Amedê çalakiyek li dar xistin. Ev çalakî di 9’ê Tîrmehê de hate lidarxistin û di çalakiyê de li çeper û stargehên leşkeran hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên HPG’ê û êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin

‘ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLA TEPÊ HÎZANÊ’

“Di 9’ê Tîrmehê de hêzên me li dijî Qereqola Tepê Hîzanê ya Licêya Amedê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li qadê operasyonek daye destpêkirin û agir bi daristanê xistiye. Bêyî ku encamekê werbigirin, di heman rojê de operasyon hatiye vekişandin.

GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Di heman rojê de saet di 21.30’an de artêşa Tirk a dagirker li qadên Dingilheva, Koçeran û Banê Dêran ên Licêya Amedê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker bi helîkopteran li qadê dane. Di vê bomberdûmanê de hevalê me Merwan birîndar bûye. Di 10’ê Tîrmehê de dagirkeran bi helîkopteran leşker anîne qadê. Di navbera hevalê me Merwan û leşkerên dagirker şer dest pê kiriye. Di vî şerî de hevalê me Merwan yek jê serbaz, 7 leşkerên dijmin kuştiye û heta fîşeka xwe ya dawîn şer kiriye. Hevalê me Merwan piştre ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe teqandiye û şehîd bûye. Dijmin li herêmê 2 kesên sivîl jî birîndar kirine û bax û baxçeyên gundiyan şewitandine. Nasnameya hevalê me Merwan wisa ye:

Nasnav: Merwan Amed

Nav û paşnav: Ahmet Egîn

Cihê jidayîkbûnê: Amed

Navê dê û bav: Esma – Suleyman

Cih û dîroka şehadetê :10’ê Tîrmeha 2019’an/Amed

Rêhevalê me Merwan di sala 1991’an de li Amedê ji dayîk bûye. Ji zaroktî ve bûye şahidê zilma dijmin û tu carî ev zilm qebûl nekiriye. Rêheval Merwan di dema zanîngehê de di nav xebatên ciwanan de têkoşiyaye û piştre ji bo têkoşîneke çalak di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Merwan bi helwest, kedkarî û rûkeniya xwe di dilê rêhevalên xwe de cih girtiye. Rêheval Merwan demeke dirêj li Herêmên Parastinê yên Medyayê maye û piştre berê xwe daye Amedê. Li Amedê di pêvajoya têkoşînê de hemû peywirên xwe bi ruhekî fedaî bi cih anîye û di 10’ê Tîrmehê de li hemberî dijmin bi qehremanî şer kiriye û derbên giran li dijmin xistiye.

Malbata hêja ya rêheval Merwan di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya qehremaniyê ya ku rêheval  Merwan daye me, em ê bigihînin serfiraziyê.

LI ÇELÊ BOMBERDÛMAN

Di 8’ê Tîrmehê de saet di navbera 08.00 û 09.00an de artêşa Tirk qada Deşta Xanê ya Çelêya Colemêrgê bi balefirên şer û helîkopteran bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de 3 rêhevalên me şehîd bûne. Em ê piştre nasnameya hevalên xwe yên şehîd eşkere bikin.

Artêşa Tirk a dagirker tevgera xwe ya dagirkeriyê ya li ser Xakurkê didomîne. Artêşa Tirk a dagirker di 12’ê Tîrmehê heta 13’ê Tîrmehê qadên Girên Koordîneyê û Qebra Zahir bomberdûman kiriye û piştre bi helîkopteran leşker aniye qadê. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Di 12’ê Tîrmehê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Deşta Kafya ya Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê saet di 14.00’an û Qada Aris Faris a Avaşînê jî saet di 20.00’an de bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye."