Li Amedê Nobeta Demokrasiyê: AKP hildiweşe!

Berdevkê Komeleya 78’an Celalattîn Can li Amedê axivî û got ku “Dema ku mesele Kurd bin, li gorî Destûra Bingehîn tevnagerin.” Can diyar kir ku AKP hildiweşe.

Li Amedê li dijî desteserkirinên şaredariyan û qeyyûman Nobeda Demokrasiyê di roja 36’an de domiya. Nobet li Rêya Lîseyê hate lidarxistin. Parlementerên HDP’ê, çalakgerên TJA’yê, Dayikên Aştî, rêveberên li 12 bajaran ên Komeleya 78’an û bi sedan kes tevlê bûn.  Qada ku çalakî lê hate lidarxistin, polîsan dora wê girtin.

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen spasî li beşdaran kir û got “Em li pey heqîqetê ne û em ê vê têkoşîna heqîqetê bidomînin.”

Berdevkê Komeleya 78’an Celalattîn Can di çalakiyê de axivî û bal kişand ser hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de. Can got ku “Beriya hilbijartinê ji bo ku hevşaredar nikaribin mazbatayê werbigirin, nivîs ji hev re şandine. Ji destpêkê û vir ve îradeya gelê Kurd nayê naskirin. Bêyî ku biryareke dadgehê hebe, li şûna hevşaredaran qeyyûm hatiye peywirdarkirin. Dema ku mesele Kurd bin bi tu awayî li gorî Destûra Bingehîn tevnagerin.”

Can diyar kir ku AKP hildiweşe û got ku “Rêzdar Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawîn de diyar kiribû ku ‘Ez ji aştiyê re amade me’ lê desthilatdariyê qeyyûm li ser şaredariyan peywirdar kir û bi vî awayî bersiv da banga Ocalan.”

Nobeta Demokrasiyê piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan bi dawî bû.