Li Amedê Nobeda Demokrasiyê didome

Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê geş dibe û didome.

Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina bi destê qeyyûm di roja 27an de didome. Polîsan bi bariyeran dora qada nobedê girtin. Parlementerên HDP’ê û gelek kes tevlî nobedê bûn. Nobed bi slogan û çepikan destpê kir.

Hevserokê KAYYDER’ê Tûncay Gokçe di nobedê de axivî û diyar kir ku ew ê qeyûm qebûl nekin. Gokçe got ku “Îradeya gel teslîmî gel bikin. Divê hikumet dev ji vê şaşiyê berde.”

Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sedat Dogan jî li ser navê partiyên Kurdistanî axivî û got: “Îro qeyûm li xweza, çand û zimanê me hatiye peywirdarkirin. Hê ji ser hilbijartinê 24 saet derbas nebûye dibêjin ‘We pere ji Qendîlê re şandiye’ Gelo me çawa şandiye?”

Hevşaredarê Periya Dêrsimê Orhan Çelebî jî banga berxwedana li dijî qeyûm kir.

Şampîyonê Damayê yê Cîhanê Nîhat Aydin ê ku li Kuveytê di tûrnûvayê de de bûbû şampîyon, got divê peywira Mizrakli lê were îadekirin.

Piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan nobed bi dawî bû.