Li Amedê Nobeda Demokrasiyê: AKP hildiweşe!

Li Amedê di Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûman de hate diyarkirin AKP di dema hilweşînê de ye û wiha hate gotin; “Di taritiyê de çirûska ronahiyê xuya dibe.”

Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên bajarên Wan, Mêrdîn û Amedê di roja 35'an de didomin. Li  Amedê jî dîsa girseya ku di nav de parlamenter, rêveber û endamên meclîsa Şaredariyê yên HDP'î û nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl hebûn; li Kolana Lîse ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin.

‘SIYASETMEDARÊN GIRTÎ RÛMETA ME NE’

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl, diyar kir ku hikûmet her tiştî aloz dike û dixwaze her tiştî aloz û tarî bike. Togrûl, bal kişand ser biryara dadgehê ya li dijî Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û wiha got: "Fîgen Yuksekdag, Selehattîn Demîrtaş, Îdris Baluken, Gultan Kışanak, Çaglar Demirel, Sabahat Tuncel, Selma Irmak û hemû siyasetmedarên girtî rûmeta me ne. Ew vîna gel in.'

‘DI NAV AKP’Ê DE PÊVAJOYA HILWEŞÎNÊ DEST PÊ KIRIYE’

Hevserokê Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen'a Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku di tariyê de çirûska ronahiyê xuya dibe û wiha got: "Hûn çiqas bixwazin rojevê aloz bikin jî hilweşîna we dest pê kiriye êdî. Desthilatdariya AKP'ê ji roja hatiye ser kar heta niha hemû çavkaniyên dewletê xistine xizmeta xwe. Tevî hemû çavkaniyên dewletê xistine xizmeta xwe jî di hilbijartina 31'ê Adarê de vîna gel bi ser ket. Di AKP'ê de pêvajoya hilweşînê dest pê kiriye. Ji bo têkçûna xwe ji rojevê derxe rojevê aloz dike û mijarên cuda derdixe pêş. Lê ew çi bike jî nikare êdî xwe rizgar bike."

Nobeda Demokrasiyê piştî daxuyaniyan bi çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan dom kir.