Li Amedê nerazîbûna li dijî girtina Leyla Guven

Rêxistina HDP'ê ya Amedê nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven da û diyar kir ku têkoşîna wan ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye, ew ê ti carî serî netewînin.

Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûn nîşanî cezayê 22 salan ê li Leyla Guven hate birîn û girtina Guven şermezar kir.

Daxuyaniya çapemeniyê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê hate dayin û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevberdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, Alîkarê Hevserokên ESP'ê Beycan Taşkiran, rêveberên MEBYA-DER'ê û rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyan tevlî bûn.

'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'

Cîgirê Hevserokê HDP'ê yê Amedê Îrfan Soner bi bîr xist ku AKP beriya bibe desthilatarî qala ziman, maf, hiqûq, edaletê dikir, lê niha rûyê xwe yê rast eşkere bûye û got, "Pratîka AKP'ê jî êşkence, girtin, binpêkirina mafên mirovan û girtina saziyan bûn. Bi navê HDP'ê çawa ku me heta niha serê xwe li ber zilmê netewand, ji niha û pê ve jî em ê serê xwe netewînin. Hûn çi dikin bikin. Em ê li derve û girtîgehan siyaseta xwe dewam bikin. Ji aliyê siyasî ve em ê we ji ser dîrokê bibin. Di serî de Leyla Guven siyasetmedarên girtî hemû rûmeta me ne, rûmeta gelê me ne. Bi navê HDP'ê em ê her tim bidin ser şopa wan.

'TÊKOŞÎNA ME JI BO MIROVAHIYÊ YE'

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk piştre axivî û anî ziman ku faşîzm dixwaze Kurdan bêsiyaset bihêle. Ozturk got, "Leyla Guven ji ber siyasetê hate girtin. Armanca wan ew e ku me bêdeng bikin. Desthilatdariya faşîst ji ber bêçaretiyê êrişî me dike. Têkoşîna me têkoşîna ji bo mirovahiyê ye. Têkoşîna me ji bo azadiya gelê Kurdistanê û Kurdistanê ye. Lewma em ê ti carî serî netewînin. Em bên girtin jî wê li hundir têkoşîna me dewam bike. Di şexsê Leyla Guven de girtiyên azadiyê hemûyan silav dikim."

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan jî got, "Em ê serê xwe li ber dewleta bi serweriya mêr netewînin. Eger hûn xeyala vê dikin hingî dev jê berdin. Bi navê TJA'yê me faşîzm ti carî qebûl nekir. Me heta niha serê xwe li ber kesî netewand, em ê li ber kesî netewînin."