Li Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bang hate kirin

DBP'ê li Amedê çalakiyek li dar xist û berxwedana li zindanan silav kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Di çalakiyê de bang li gel hate kirin.

Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Amedê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîdê li girtîgehan hat destpêkirin, li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyanî da çapemeniyê.

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajêr û navçeyan, parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, aktivîsên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), MEDYA-DER’ê, TUAY-DER’ê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê, bi hezaran girtî û hikumxar ketin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Çalakiya girtiyan di roja 55’emîn de dewam dike. Ji ber pirsgirêkên siyasî, bi salene pirsgirêkên di girtîgehan de girantir bûne. Ev jî bandoreke mezin li girtiyan û hemû civakê dike."

Gulmez, bal kişanda ser tecrîdê û wiha bilêv kir: "Kiryarên binpêkirina mafan ên li girtîgehan, ji sala 1999'an ve li Gireva Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Ev yek bi raporên CPT'yê jî hatin eşkerekirin. Mafên hevdîtina parêzer û malbatên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê, ji girtiyan hatine girtin."

Gulmez, banga hestiyariyê kir û got: "Em weke DBP’ê, dixwazin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bê rakirin û hemû mafên wî yên hiqûqî bên bicihanîn. Ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ku li girtîgehan hat destpêkirin bi rêya diyalogê bi dawî bibe û daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin, em banga hestiyariyê li raya giştî û rayedarên berpirsiyar dikin."

Girseyê piştî daxuyaniyê, dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" berz kir.