Li Amedê Kurd pêvajoyê nîqaş dikin

Kombûna 'Kurd pêvajoyê nîqaş dikin' li Amedê pêk hat. Qisekeran bal kişandin ser ruhê yekîtiya neteweyî.

Kombûna 'Kurd pêvajoyê nîqaş dikin' li Amedê li Demîr Otel a li Deriyê Çiyê pêk hat. Siyasetmedar Ahmed Turk, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP'yî Osman Baydemîr û endamên Dîwana KCD'ê, wekîlên HDP'yî, rêveberên DBP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Baroya Amedê, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, parêzvanên mafên mirovan, Însiyatîfa Maf, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, rojnamevan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Odeya Tabîban û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn.

Li derdora Demîr Otelê gelek wesayitên zirxî yên polîsan hatin bicihkirin.

'DEMA KOMBÛNA LI HEV E'

Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr di destpêka civînê de axivî, bal kişand ser pirsgirêkên gelê Kurd ên li çar parçeyan û got, "Di navbera hemû hêzên Kurdan de pirsgirêk hene. Gelo divê çi bibe ku ev pirsgirêkên li nava Kurdan çareser bibin. Divê çi bê kirin ku hêzên Kurd di mijara berjewendiya paşeroja Kurdistanê de li hev bicivin. Em îro li vir li hev civiyane, ji bo nîqaş bikin bê dikarin çi bikin. Em ê li rê û rêbazên civandina li hev a siyasetmedarên Kurd bigerin. Di vê çarçoveyê de heta niha gelek civîn hatin kirin. Êdî mafê ti hêzeke Kurdan nîne ku di vê mijarê de dereng bimîne."

'BÊDENGÎ TÊ WATEYA MIRINÊ'

Siyasetmedar Ahmet Turk piştre axivî û destnîşan kir ku divê her karekî ji bo paşeroja Kurd û Kurdistanê girîng were dîtin. Ahmet Turk got, "Şexs di vî warî de dikare bikeve nava kêmasiyan. Îro li bakur zexteke giran li ser siyasetê heye, divê ev zext baş bê xwendin. Destketiyên Kurdan çiqasî zêde bibin, zext jî zêde dibin. Em baş pê zanin ku her kesên li vê derê ne ji bo jiyaneke azad li vir in. Di demeke wiha de bêdengî ji bo Kurdan tê wateya mirinê."

'RUHÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ WÊ KURDAN ZINDÎ BIKE'

Turk da zanîn ku rûspiyên Kurd divê siyaseta kêmmayî rexne bikin û got, "Nêrîna me ya siyasî, baweriya me çi dibe bila bibe, divê em ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd bixebitin, nêrînên xwe di vê çarçoveyê de bînin ziman. Kêmasiyên di siyaseta Kurd de rû didin bi kombûna li hev û nîqaşê dikarin werin çareserkirin. Kurd wê ruhê yekîtiya neteweyî zindî bikin. Em dengê têkoşîna xwe bilind bikin. Dem dema bilindkirina dengê têkoşînê ye."

Civîn li çapemeniyê girtî dewam dike.