Li Amedê 'Kampanya NA' hat destpêkirin
KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê li Amedê starta kampanya ‘NA’ ya referandûmê dan.
KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê li Amedê starta kampanya ‘NA’ ya referandûmê dan.
Kampanya "Na" ku starta wê ji aliyê KCD, HDK, TJA, DBP û HDP'ê ve li 44 bajaran ve hat dayîn, Starta kampanya "Na" li navçeya Çinar a Amedê bi civîna çapemeniyê hat dayîn. Civîn li avahiya DBP'ê ya Çinarê pêk hat. Di civinê de Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Ruken Emine Akça, rêveberên DBP û HDP'ê yên Çinarê jî di navde gelek kes amade bûn.
Di civînê de Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek diyar kir ku bi vê pergalê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Şimşek, bal kişand ser girîngiya referandumnê û wiha got: “Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji bo xwişk û biratiya gelan pêş bikeve, ji bo zextên li ser siyaseta Kurd bi dawî bibe, ji bo dawî li rejîma yek mirovî bê, divê em bêjin na û em têkoşîna xwe bilind bikin. Em wê li her derê "Na" bi rêxistin bikin."
'ERÊ DERBİKEVE...'
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir ji xwest her kes biçe ser sindoqê û diyar kir ku kesên neçin ser sindoqê wekî bêjin "Erê". Pir, anî ziman ku tevî wekîlên wan ên girtî 7 hezar endam û rêveberên HDP'ê girtî ne û wiha got: "Em ji bo pêşeroja Tirikye dibêjin 'Na'. Neçûna ser sindoqê tê wateya 'Erê' Ji ber vê yekê divê her kes biçin dengê xwe bikar bînin. Ger li Kurdistanê dengê 'NA' derbikeve. AKP îtifaqa ku bi MHP'ê re wê dev jê berde û ger li gel Kurdan nebe nabe wê bibêjin û we neçar bimînin werin gel me."
Hevserokên HDP û DBP'ê yên Amedê Gulşen Ozer û Ruken Emine Akça jî li ser girîng û wateya "Na" rawestiya û bag li gel kirin ku biçin ser sindogan.