Li Amedê jî banga 'Em bibin deng ji aştiyê re' hate kirin

Li Amedê, kesayetên ji qada çand û hunerê deklarasyona bi navê 'Em bibin deng ji aştiyê re' eşkere kirin.

Piştî Stenbolê, li Amedê deklarasyona “Em bibin deng ji aştiyê re” ku ji hêla 564 hunermend, rexnegirên hunerê, nvîskar, derhêner, lîstikvan, wênesaz, dengbêj û akademîsyenên hunerê ve hatiye îmzekirin hat ragihandin. Deklarasyon, li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de pankarta “Li hemberî tecrîdê em bibin dengê aştiyê” hatibû vekirin. Kurdiya deklarasyona li Stenbolê hatibû eşkerekirin hat xwendin.

Metna deklarasyonê wiha ye: 

“Em bibin dengê aştiyê...

Em kesên bi navê huner û wêjeyê ku îmzeyên me li jêr in; di sedsala duyemîn a komarê de dixwazin îtîraza xwe ya der barê astengiyên li pêşiya fikir û ramanên azadîxwaz û gelparêz de, bi raya giştî re par ve bikin. Em kesên ku ji bo siberoja Tirkiyeyê bi fikar in, di nav van qeyranên piralî de dixwazin bibin dengeke mutewazî. Ku em îro bêdeng bimînin, wê sibê kesên ku em bi wan re biaxivin nemînin.

Tirkiye, sedsaleke xwe heba kir. Lê em mirovên huner û wêjeyê naxwazin bibin temaşevanê hebakirina sedsaleke nû û em pêşniyaz dikin ku werin em bi hev re siberojeke ku hemû nasnameyên etnîkî, olî û çandî karibin bi awayekî azad bijîn û rastî destwerdanan neyên, bi hev re biafirînin.

Jiyan, bi zextên desthilatê tê binpêkirin, serbixwebûna dadweriyê bi destê 'rejîma yekzilamî' ji holê hatiye rakirin, perwerdeya azad û laîk paş de maye, zanîngeh û bajar bi destê qeyûman hatine desteserkirin, jin rastî tundiyê tên, koçberiya kesên zanyar gihaştiye asta herî jor, ciwan ji ber ku êdî pêşîya xwe nabînin koçî deverên din dikin. Em jî, di rewşeke wiha de xwe berpirsiyar dibînin û dixwazin hevokeke nû saz bikin.

Ji ber înkarkirin û asîmlasyonê, derfetên bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêkan ji holê tên rakirin. Di vê atmosfere de ku roj bi roj qeyran kûrtir dibin, tundî wekî polîtîkayekê tê nûkirin û tercîhkirin. Em jî dibêjin ku pêdivî bi nêrîneke nû û şêwazên dîtinê yên nû heye.

Di serî de mafên demokratîk yên kurdan û azadiya baweriyê ya elewiyan gelek daxwazên mafên mirovan sed sal paş de hatin avêtin û wekî cudakirina civakî her tim konsolîdasyon li ser hikûmetan pêk hat. Cudabûnên di navbera gelan û çandan de kûrtir bû.

Civak bi rêya qeyranên piralî di bin zextan de dimîne û ketiye bin bandora manîpulasyona desthilatê. Kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, civakê ji rastiya wê qetandine û wê bi rojevên çêkirî dixapînin. Pratîkên tecrîdê otokratîk in û di destê desthilatê de veguherîne amûreke birêveberinê. Civak di bin dorpêçeke sîyasî û îdeolojîk de ye. Tecrîd û polîtîkayên şer, krîzên civakî û aboriyê kûrtir dikin. Bi hezaran kes ji ber nêrînên xwe yên siyasî bi awayekî derqanûnî di girtîgehan de tên girtin û bûne rehîneyên siyasî. Li girtîgehan pêkanînên li dijî mafên mirovan roj bi roj zêde dibin. Di van rojan de bi hezaran girtiyên siyasî li dijî pêkanînên tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Divê guh li daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbunê de bê kirin û bi muzakereyê bên çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê pirsgirêkên Tirkiyeyê bi muzakereyê bên çareserkirin.

Di sala 2013’yan de ‘Pêvajoya çareseriyê’ dest pê kir û wê hêviyeke mezin a lihevkirinê li gelan peyda kir û ev, wekî ceribandineke giranbuha hat dîtin. Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ku yek ji muxatabên pirsgirêkê ye, îxtîmala çareseriyê derxist holê. Pêvajoya ku beşeke mezin a civakê pê razî bû, dikare ji nû ve dest pê bike. Divê em ji bo aştiya civakî wêrek bin. Divê mirov ji diyalog û axaftinê netirse.

Ev, ji bo hemû kesên ku xwe wekî muxatab dibînin, bangewaziya me ya eşkere ye; şert û mercên hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan divê ji aliyê nûnerên siyasî ve bêdudilî bên erêkirin û pêk bên. Divê desthilat dest ji polîtîkayên zext, tecrîd û şerî berde. Ev fikir û pêşniyazên me kesên huner û wêjeyê, ji bo hemû kesên ku dixwazin aştiya civakî ava bikin bikêrhatî ne. Em hêvî dikin ku wê hemû kes xwedî li vê bangewaziya me derkeve.”