Li Amedê hemû mal û kargeh têne deqkirin

Piştî fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk, van du hefteyên dawiyê li Amedê hemû kargeh û malên ku malbat lê dimînin têne deqkirin.

Polîs yek bi yek li malan digerin û dixwazin diyar bikin ku mal û kargeh li ser navê kê ne û nimroyên telefona jî dixwazin bidin ragihandin.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin piştî fermana Serokwezîtiyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ji Walitî û Midûriyeta Emniyetê ya Amedê re nivîs şandiye û xwestiye ku di nav 2 mehan de hemû mal werin deqkirin.

Piştî fermana ku hatî şandin ji emirtiyên emniyetê û qereolên Kayapinar, Yenîşehîr, Sûr û Baxlarê re nivîs hatin şandin. Di nivîsê de tê xwestin ku qereqol û emirtiyên emniyetê hemû kesên ku li malên misteqil, bînahî û sîteyên rûdinin û hemû kargehan deq bikin.

Xebatên deqkirinê pêşî li Yenîşehîr û Kayapinarê dest pê kir. Polîs bi bi ewraqên matbû yek bi yek li kargeh û malan digerin, dipirsin bê ka di malê de kî dimîne, kargeh a kê ye, heke xwediyê xanî be nimroya telefonê dixwazin û heke kirêkir be jî nav û telefona xwediyê xênî dixwazin.

 Polîsên Tirk yek bi yek li bînahî û kargehên Kayapinarê û Yenîşehîrê geriyan, hesab kirine ku ji ber havînê dibe ku hin derkevin derveyî bajêr, seyranê jî, ewraqên ku hazir kirine dane rêveberên bînahiyan an jî dergeanan û xwestine ku ewraqan herî dereng heta roja Pêrşemê dagirin û bigihînin qereqolan.