Li Amedê erdheja bi 4.0 pileyî
Li navçeya Erxenî ya Amedê, bi mezinahiya 4.0 pileyî erd hejiya.
Li navçeya Erxenî ya Amedê, bi mezinahiya 4.0 pileyî erd hejiya.
Li gorî Rasathaneya Kandîllî, li navçeya Erxeniyê bi mezinahiya 4.0 pileyî erdhejek pêk hat. Hate ragihandin ku erdhej bi 5 kîlometreyî li binê erdê qewimiye.
Herî dawî di 29'ê Hezîranê de li navçeya Madenê ya Xarpêtê bi mezinahiya 4.3 pileyî erd hejiya bû.
25'ê Hezîranê li navçeya Depê ya Xarpêtê bi mezinahiya 5.3 pileyî erd hejiya bû û hin xanî derizî bûn.