Li Amedê du jin ji ber şîddeta mêran bi giranî birîndar bûn

Li Amedê du jinên zewicî ji aliyê zilamên ku pê re zewicîbûn rastî şîddetê hatin. Her du jin jî bi giranî rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin jina bi navê D.A (21) li mala ku lê dijî, bi çêkê êrîşî wê hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku zilamê ku bi D.A’yê re zewiciye ev êrîş kiriye. Hate diyarkirin ku êrîşkar ji bo ku vê êrîşî bike bûyera xwekuştinê çek xistiye destê jinikê. Ji ber vê êrîşê D.A. bi giranî rakirin nexweşxaneyê.

Zilamê ku bi S.P (41) zewicîbû jî bi kêrê lê da. S.P. bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ji ber ku gelek xwîn ji ber çûye, xetereya li ser tendirustiya jina bi navê S.P. didome.