Li Amedê dîsa êrîşî gora Alîş Çûbûk hate kirin

Li Goristana Yenîkoya Amedê êrişî gora Alîş Çûbûk (Çekwar) kirin û ser cihê ku “Şehidê Sûrê” lê hatibû nivîsandin jî, bi boyaxa reş hate boyaxkirin.

Li Goristana Yenîkoyê ya Amedê dîsa êrîşî gora Alîş Çûbûk (Çekwar) hate kirin. Alîş Çûbûk di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Sûrê şehîd bûbû. Kes an jî kesên nasnameya wan nediyar, li ser kêlika gora wî cihê ku “Şehîdê Sûrê” nivîsandibû bi boyaxa reş boyax kirin. Berê jî gelek caran êrîşî gora Çûbûk hatibû kirin. 

Malbat roja Pêncşemê dema çû ser gorê dît ku êrîşî gorê hatiye kirin. Nehat tespîtkirin ku kîngê êrîşî gorê hatiye kirin.

Beriya niha jî gelek caran gorên endamên PKK’ê û YPG’ê yên li Goristana Yenîkoyê hatibûn rûxandin, nivîsên ser kêlikên gorên wan hatibûn xêzkirin û wêne hatibûn rakirin. Peyvên wek “şehîd”, “rojbûn” û navê wan jî bi spîralê jê hatibû birin.