Li Amedê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Farqînê ya Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 3 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 3 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Tekel a navçeya Farqînê ya Amedê serê sibehê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin. Di encamê de Mûrat Aslan (26), Selman Aktaş (19) û Cîhan Almaz hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, Mûrat Aslan nû ji girtîgehê derketibû. Bav Halîs Aslan qala zordariya polîsan kir û got, "Mirovahî bi wan re nîne. Çawa ketin hundir, rûyê min da dîwar. Li malê nexweşên me yên extiyar hene. Dest danîn ser telefona kurê min."