Li Amedê dayikan dorpêça polîs nas nekirin

Malbatên girtiyan li navçeyên Rezan, Bismil û Liceyê berxwedana xwe ya li dijî tecrîdê didomînin.

Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, ji 1'ê Gulanê ve li Parka Koşuyolu ya Rezan her roj kom dibin û çalakiya rûniştinê lidar dixin. Dayik her roj dibin dorpêça polîsan de kom dibin û piştî dorpêça polîsan dişkînin dimeşin, daxwazên xwe tînin ziman. Dayik îro jî piştî nîvro li qada Batikentê kom bûn û xwestin bimeşin. Polîsan dîsa dayik dorpêç kirin û destûr nedan dayik bimeşin. Dayikan piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan barîkat û dorpêça polîsan şikandin û meşiyan. Dayikan li vir tevî mudaxale û dorpêça polîsan stran gotin û bê navber dirûşme berz kirin. Dema dayik kom bûn û stran gotin polisan mudaxale kir û Hezal Yildirim destgîr kirin. Piştî demeke Yildirim hat berdan û dîsa tev li çalakiyê bû.

Dayikan bertek nîşanî mudaxaleya polîsên tirk dan û gotin, "Zextên we nikarin me têk bibin" û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan”, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Dayik, piştî 2 saetan rûniştin, bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz, Semra Guzel, Remziye Tosun û Musa Farisiogullari heta avahiya HDP'ê ya Amedê meşiyan. Dayikan di meşê de bê navber dirûşmeya “Amed ranezê, li zindanan xwedî derkeve" û “Silav, silav ji zindanan re hezar silav", “Leyla Guven rûmeta me ye," "Heq û hiquq wê ji zindanan bê" berz kirin.

Dayikan li ber avahiya HDP'ê ya Amedê kom bûn û li vir daxuşanî dan çapemeniyê. Li ser navê dayikan Guler Yuksekbag ku hevjînê wê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bang li Serokmar kir û wiha got: "Em dibêjin tercrîdê bi dawî bikin. Em ji xeynî çareseriyê tiştekî din naxwazin. Dayikan piştî daxuyanî dan çûn parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç yên li avahiya HDP'ê di greva birçîbûnê de ne ziyaret kirin.

LI BISMILÊ JÎ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ BERDEWAM KIR

Li navçeya Bismilê jî dayik u xizmên girtiyan bi heman armancê li Parka Meydanê kom bûn û çalakiya rûniştinê lidar xistin. Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer tev li daxuyaniyê bû û piştgirî da malbatan. Dayikan piştî rûniştina 15 deqîqeyan, meşiyan ber avahiya HDP'ê ya Bismilê û dawî li çalakiyê anîn.

LI LICÊ ÇALAKÎ DIDOME

Li navçeya Licê ya Amedê jî çalakiya dayikan û xizmên girtiyan a li Parka Demokrasiyê berdewam dike. Dema welatiyên bi telefonê xwe xwestin çalakiya dayikan a li Parkê bikişînin, polîsan welatî asteng kirin û destûr nedan ku çalakiya dayikan bikişînin. Polîsan dîmenên ku welatiyan kişandibûn jê birin. Polîs dîsa li cem esnafên tenişta parkê geriyan û destûr nedan ku dîmenan bikişînin.