BI DÎMEN

Berxwedana gelê Şengalê ya li hemberî dorpêça leşkerî didome

Berxwedana gelê Şengalê ya li hemberî dorpêça leşkerî ya hêzên Iraqê berdewam dike.

BERXWEDANA GELÊ ŞENGALÊ

Hêzên Artêşa Iraqê duh bi şev li taxa Yermûk a navenda bajarê Şengalê, êrîşî wesayiteke ku endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) tê de bûn, kir û xwestin bajêr dorpêç bikin. Berxwedana gel ya li dijî dorpêçê berdewam dike.

Gelê Şengalê li ber avahiya Emîn El-Wetenî hatin ba hev û meş li dar xistin. Girseya gel di saetên êvarê de jî li ber avahiyê çalakiya rûniştinê li dar xist û agir vêxistin. Çalagerên ku piranî ji jinan û ciwanan pêktê wê sibê jî çalakiya xwe bidomînin.

Gelê Şengalê bang li Iraqê kir ku dawî li êrîşên xwe bîne, hêzên leşkerî yên bi şev şandine bajêr vekişîne û hurmetê nîşanî hêzên YBŞ-YJŞ’ê re bigre. Jinan jî ev peyam da, “Em ê ji vê têkoşînê paş de gavê neavêjin. Ji bo careke din xwîn neyê rijandin ger bê xwestin em ê şev û roj li qadê bin.”