BI DÎMEN

Desteya Eşayîr a Şengalê: Pêwîste rêz li hemberî hêzên li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dane bê girtin

Desteya Eşayîr a Şengalê ji ber rewş û aloziya li Şengalê daxuyanî da û bang li artêşa Iraqê kir ku hêzên xwe ji nava bajêr vekişîne.

Desteya Eşayîr a Şengalê li ber navenda xwe ya li bajarê Şengalê ji ber rewş û aloziya li Şengalê daxuyanî da û got: “Em bang li artêşa Iraqê dikin hêzên xwe ji nava bajêr vekişîne.’’

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê serokê desteyê Dexîl Mirad ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weka desteya Eşayîr a Şengalê rewş û aloziya herî dawî li Şengalê û heremê rû dane bi xemgînî dişopînin û em bang li hemû aliyan dikin ku rewşa heyî bisekinînin û bi xwîn sarî tevbigerin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêwîste rêz li hemberî hêzên ku li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe dane û axa xwe parastine bê girtin.

Desteyê bang kir ku ev pirsgirêk bi rêya diyalogan were çareserkirin û ev bendên bi zehmet hemû werin derbaskirin. Her wiha bang li hêzên YBŞ’ê û Aşayîşa Êzîdxanê kir ku bi hemû hewlên xwe li pey aramiya rewşê tevbigerin û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku herdu alî jî dikarin dawî li vê rewşa aloz bînin û rewşa aram careka din vegere heremê.

Em hêvî ji gelê xwe dikin ku neyên provakasyonan û êrişî saziyên dewletê nekin. Her wiha pêwiste Firqiya 20’an a artêşa Iraqê jî hemû hêza xwe ya ku di nava bajarê Şengalê de bi cih kiriye vekişîne, ji ber tirsa gel ji hebûna wan.”