Li Amedê biryara veguheztina 16 sindoqan hate betalkirin

Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtîraza veguheztina sindoqên li Licê, Hênê û Pîranê qebûl kir. Biryara ku hatibû dayîn jî betal kir.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind li ser daxwaza Walîtiya Amedê û Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Bajêr biryar dabû ku li 7 navçeyên bajêr 66 sindoq bên veguheztin û bibin yek. Piştî ku jandarmeyê bi hinceta ku ‘ewlehiya hilbijartinê’ serî li lijneyên hilbijartinê yên Pîran, Hênê û Licê da û lijneyan biryar dan ku li 3 navçeyan 16 sindoq wê werin veguheztin û ew ê bibin yek.

‘BÊHIQÛQÎ YE’

HDP ji bo ku ev biryar were rakirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da. Desteya Hilbijartinê ya Bajêr diyar kir ku biryara desteyên hilbijartinê yên navçeyan bêhiqûqî ye û divê sindoq neyên veguheztin.

EW Ê NEYÊN VEGUHEZTIN

Sindoqên ku hewl dihat dayîn werin veguheztin lê piştî biryara Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ew ê neyê veguheztin ev in: Li Licê gundên Zumrut, Turelî, Kiyi, Yaprak, Çirali, Baharli û Kipçak; Li Hênê Akçayûrt, Kaladîbî,Yûkaritûrali û Çûkûr; li Pîranê Gelîncîk, Degîrmenlî, Uzumlu, mezraya Gozê û Gêdûka Bahrî.