Li Amedê bav û zaro tev hatin destgîrkirin

Li Amedê polîsên Tirk bi ser malbatekê de girtin, bav û 4 zarokên wî destgîr kirin. Ji malbatekê yek jê hate girtin, yên din bi şertê 'kontrola edlî' hatin berdan.

Li Amedê bi çarçoweya operasyonê qirkirina siyasî li navçeya Baxalarê ya Amedê 5'ê polîsên Tirk 16'ê Îlonê bi ser malekê de girt û ji eynî malê 5 kes destgîr kirin.

Bav Mazhar û zarokên wî Hasret, Buşra, Rojhilat û Rojbîn Demîr bi îdîaya ''endamtiya rêxistinê'' hatin destgîrkirin. Piştî îfadeyên wan dozgeriyê xwest ku her pênc kes werin girtin. Dadgeha Tirk biryar li ser da ku Rojhat Demîr were girtin û bav Demîr, zarokên wî yên din Hasret, Bûşra û Rojbîn bi şertê 'kontrola edlî' werin berdan.