Li Amedê azadiya Ocalan hate qîrîn

Li Amedê di mîtînga ‘Wê azadî bi ser bikeve’ de ligel astengiyan azadiya Ocalan hate qîrîn.

Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi dirûşmeya "Wê tecrîd winda bike, azadî bi ser keve" bi beşdariya gelek kesan li Qada 5'ê Hezîranê mîtîngek hat lidarxistin.

‘WÊ TECRÎD TÊK BIÇE’

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca di destpêkê de axivî û got: “Tehamulî xebatên me, nayên kirin, lê gelê Kurd li dijî van bêtehamuliyan jî têkoşîna xwe geş kiriye.  Ev 2 sal in tecrîd girantir bûye lê divê her kes baş bizanibe ku mifteya azadî û çareseriyê li Îmraliyê ye. Em dixwazin êdî rêzdar Ocalan azad bibe.”

‘WÊ GELÊ KURD DEV JI DOZA XWE BERNEDE’

Piştî Ûca yê aktivîsta TJA'yê Ata jî diyar kir ku gel ji bo azadiyê berê xwe daye qadan û ev tişt got: "Heta Ocalan bigihêje azadiya xwe em ê li qadan bin. Deriyê Îmraliyê li gelan tê girtin. Ev derî li me nehatin girtin. Ev derî li çareseriya demokratîk hat girtin. Ji aştiya civakî re hat girtin. Vî tiştî rê li ber kîn û hêrsê vekir. Me wekî jin çavê xwe ji vê re negirt." Ata got ku "Wê deriyê Îmraliyê vebe" û aşkera kir ku wê dawiya dawî ji neçarî deriyê Îmraliyê vekin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî pirsa "Wekî çareserî di destê we de çi heye?" kir û wiha axivî: "Şer çima ew qas kûr dibe. Ev dikare bi Îmraliyê re bê vekirin. Ez ji wan kesên ku çareseriya demokratîk a Ocalan redkirin dipirsim. Li gorî çareseriyê di destê wan de çi heye? AKP li ber tunebûnê ye. Ji derveyê şer tu tiştê ku bide gelan tune. Ji ber wê jî divê demek ji ya din tecrîd bê rakirin, azadî pêk were. Projeya Ocalan projeya çareseriyê ye. Kesên ji siyaseta demokratîk ditirsin me dixin girtîgehan. Li Rojava Şoreşa Cotmehê pêk tê. Di şerê li wir de avakirina civaka demokratîk heye. Ev ji bo avakirina civaka demokratîk hêvî ye.”

Piştî axaftinan dengbêj Hediya Vîranşehîr derket ser dikê. Mîtîng bi govendê didome û wê peyamên ku ji mîtîngê re hatine şandin, werin xwendin.