Li Amedê 12 kes hatin girtin

Ji 18 kesan ku bi operasyoneke siyasî hatibûne destgîrkirin 12 jê bi îdîaya 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin.

Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi çarçoweya lêpirsînê ya li ser Komeleya Jinan a Rosayê 22'yê Gulanê operasyoneke siyasî dest pê kiribû, rêveberiyên komelê û siyasetmedarên Kurd jî di nav de 18 kes hatibûn destgîrkirin. Ên ku hatine destgîkrin piştî ku rojekê li Midûrtiya Emniyetê ya Amedê hatin hiştin duh birin edliyê. 14 ji destgîrkiriyan bi daxwaza ku werin girtin şandin dadgehê û ji bo 4'an jî bi şertê kontrola edlî hate xwestin ku werin berdan.

Piştî ku îfadeyên wan hatin standin Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, damezrînera wê Narîn Gezgor, rêvebera wê Fatma Gultekîn, Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek, Hevserokê Giştî yê Berê yê DBP’ê Mehmet Aslan, Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevseroka Rexistina HDP’ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici, endamên Meclisa Şaredariya Rezan Huseyîn Harman, Veysî Kûzû û Gonul Aslan, Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Coşkûn, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarê kurd Celal Yoldaş hatin girtin.

Endama Damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akad Ata, Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û Nazîre Tûrsûn bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Dayika  Aştiyê Havva Kiran jî bi şertê 'hepsa malê' berdan.