BI DÎMEN

Li Amedê 1’ê Gulanê: ‘NA’ neqediya, têkoşîn didome

Li Amedê bi pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û Odeya Tabîban 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada 5’ê Hezîranê (Qada Îstasyonê) hate pîrozkirin.

Li Amedê di şertên Awarte de mîtînga 1’ê Gulanê bi ablûkaya polîsan dest pê kir û endam û rêveberên KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Tabîban li qada mîtîngê tedbîra ewlehiyê stendin. Li qada mîtîngê pankart û dovîzên bi Kurdî, Tirkî û Dimilkî “Bijî 1’ê Gulanê”, “Ji mêtingeriya zayendî, neteweyî û çînî re na”, “Keda azad, civaka azad”, “Bila 657 ya we be, qad ya me ye”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin vekirin.

Li Amedê parlementerên HDP’ê, endam û rêveberên HDP, DBP, ESP û kedkar û karkeran berê xwe dan qada mîtîngê. Mîtîngê bi rêzgirtinê destpê kir. Di rêzgirtinê de Sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Di mîtîngê de li hemberî qedexe û rûxandina li Sûrê pankarta “Nabe ku Lalebey û Alîpaşa werin rûxandin” hate vekirin.

‘LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’

Hevseroka Şaxa Amedê ya BES’ê Bedîrhan Çetînkaya li ser navê komîteya amadekar axivî û got: “AKP ligel ku 15 sal in îşkenceya li ser karkeran ranekiriye û ji bo qedexekirina 1’ê Gulanê her tiştî dike. Ew ê li hemberî faşîzmê têkoşîna me bidome.”

‘LI HEMBERÎ ZAGONÊN WAN EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Çetînkaya li hemberî îxrackirinan jî got: “Wê karker û kedkar hesap bipirsin. Di vê hilbijartinê de kedkar, Kurd, Nisêbîn, Şirnex û Gever bi ser ket. Li hemberî KHK’yên wan jî em dîsa dibêjin ‘NA’. Em ê li ber xwe bidin.

ŞÎMŞEK: EM AZÎZ YÛRAL Û RÊHEVALÊN WÎ BI BÎR TÎNIN

Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek jî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û kesên di 1’ê Gulana 1977’an de, 34 kesên di qirkirina Gara Trênê ya Enqereyê û Azîz Yûral ê ku li Cizîrê hatibû qetilkirin, bi bîr anî û got: “ Gel û kedkar li hemberî faşîzmê têdikoşin. Vê têkoşînê di referandûmê de xwe derxist holê. Di referandûmê de kedkar, jin û ‘NA’ bi ser ket. AKP û MHP nikare têkoşîna Kurdan ji holê rake. Akademîsyen, siyasetmedar, sendîkavan û bi hezaran kes avêtin zindanan. Lê li Kurdistan û Tirkiyeyê em ê bi ser bikevin.

ÛCA: JI SIYASETA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ RE ‘NA’

Piştre jî parlementera HDP’ê Feleknas Ûca jî cejna karker û kedkaran pîroz kir û got: “Em ji bo Kurdan daxwaza statuyê li vê derê dîsa dubare dikin. Bi îxracan xwestin ku gel stûyê xwe wê xwar bike. Lê kes nikare dest deyne ser îradeya gel. Li hemberî îxracan em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê ji înkar û îmhayê re bibêjin ‘NA’.”

‘LI HEMBERÎ ÇEKÊ JIYANA AZAD, LI HEMBERÎ MIRINÊ BERXWEDAN’

Ûca bal bir ser operasyonên artêşa Tirk û got: “Em careke din ji operasyonên li ser Şengal û Rojavayê dibêjin na û em gelê Rojava û Şengalê silav dikin. Amed bi Rojava û Şengalê re ye. Desthilatdarî pereyên vî gelî ji bo şer bikartînin. Em jî dibêjin, li hemberî çekê jiyana azad, li hemberî mirinê jî berxwedan.”

GOKALP: HEKE DESTHILATDARÎ WEKHEVIYÊ PÊK NEYNE WÊ CIVAK BIRIZE

Endamê Konseya Navendî ya Odeya Tabîban Dr. Şehmûs Gokalp jî got ku: “ Desthilatdarî ji xwe re dibêje serdema hostetiyê lê em ji nava pêvajoyeke reş derbas dibin. Pêkutî û zilma desthilatdariyê roj bi roj zêdetir dibe. Heke desthilatdarî wekheviyê pêk neyne wê civak birize.”

ALTAŞÊ BI KHK’Ê JI KAR HATIYE AVÊTIN: EM Ê TÊBIKOŞIN

Hevserokê Odeya Tebîban a Amedê Dr. Yakûp Altaş ê ku bi KHK’ê ji kar hatiye avêtin axivî û got: “Desthilatdarî dixwaze bi KHK’yan civakê dîzayn bike. Hevalên me ji ber xwestina aştiyê ji kar hatin avêtin. Wê aştî were welat û em ê bi ser bikevin.”

Bi stranên Koma Egîtîmsenê ya muzîkê, Helîmê Omerî û Azad Bedran govend hate gerandin. Piştî govenê jî mîtîng bi dawî bû.