Li Amed û Wanê operasyonên qirkirina siyasî
Xebatkarê Weşanxaneya Aram Babîr û Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Payîzavayê Guler hatin binçavkirin.
Xebatkarê Weşanxaneya Aram Babîr û Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Payîzavayê Guler hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî, ku rejîm AKP/Qesra Erdogan li dijî xebatkarên saziyan û siyasetmedarên Kurd dimeşîne, dewam dike. Di vê çarçoveyê de ji Weşanxaneya Aramê Denîz Babîr û ji DBP'ê jî Kemal Guler hatin binçavkirin.
AMED
Xebatkarê Weşanxaneya Aram Denîz Babîr, ku ji ber lêpirsînek lê hatiye vekirin çû Edliyeya Amedê, li ber deriyê edliyeyê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hat ragihandin, der heqê Babîr de biryara girtinê heye û ew birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Eminiyetê ya Bajêr.
Babîr, ku ji ber dozekê 6 mehan girtî bû, di 4'ê Nîsanê de hatibû berdan.
WAN
Li Wanê jî, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Payîzavayê Kemal Guler hate binçavkirin. Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser mala Guler a li taxa Kûrûbaş a Artemêtanê û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.