Li Amed û Wanê herî kêm 6 kes hatin destgîrkirin

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bûrhan Karakoç û nûçegihan Ferhat Parlak jî di nav de gelek kes li Amedê hatin destgîrkirin. Li Wanê jî rojnamevan Naîf Yaşar hate destgîrkirin.

Rejîma AKP-MHP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne.

LI FARQÎNÊ HERÎ KÊM 4 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Hêzên çekdar ên Tirk li navçeya Farqîn a Amedê avêtin ser malan xwediyê rojnameya Silvan Mucadele ku piştî hate girtin li ser înternetê dest bi weşanê kir Ferhat Parlak û 3 kes destgîr kirin. Tê gotin kesên hatine destgîrkirin ev in: Ferhat Parlak, Ercan Aşici, Eyup Bakici û Mîthat Altaç.

ENDAMÊ MECLÎSA PARTIYÊ YA HDP'Ê HATE DESTGÎRKIRIN

Hêzên çekdar ên Tirk danê sibehê avêtin ser mala endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bûrhan Karakoç Karakoç hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

WAN

Li Wanê jî di serdegirtinê de rojnamevan Naîf Yaşar hate destgîrkirin û ew birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.